Îro êvarê Rêxistina Tevgera Azadî û Serbixwe ya Kurdistanê, bi çalakvanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, her wiha Komeleya Şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê ji bo rawestandina cezayê darvekirina Ramîn Hisên Penahî çalakiyek nerazîbûnê lidar xist. Çalakî bi dirûşma ‘Na ji bo darvekirina Ramîn’ hate lidarxistin. Di çalakiyê de posterên mezin yên Ramîn hatin rakirin.

Birayê Ramîn Hisên Penahî Refîq Hisên Penahî jî tevlî çalakiyê bû û di çalakiyê de axivî. Refîq Penahî wiha axivî, “Komara darvekirinê ya Îranê bi siyaseta darvekirinê hewl dide zarokên gelê Kurd têk bibe û temenê xwe yê dîkdatoriya xwe dirêj bike. Ji ber vê divê em tev pêşî li cezayê Ramîn biirin da ku zarokên me yên din jî ji darvekirinê rizgar bibin.

Birayê Ramîn ji bo rawestandina cezayê Ramîn bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî kir û got, “Ez bang li Hikûmeta Herêmê û partiyên siyasî yên Başûr dikim ku piştgiriyeke bihêz bidin Kurdên Rojhilat û bi helwesta xwe zext li Komara Îslamî ya Îranê bikin û daxwaza rawestandina cezayê Ramîn bikin.

Çalakvan û nûnerên rêxistinên ku beşdarîçalakiyê jî bûn axivîn û daxwaza rawestandina cezayê Ramîn kirin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here