Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Helbestvan û nivîskarê Kurd Salih Bêçar di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de ji ajansa me re axivî. Bêçar got; “Ev sed sale xewn û hewldana komara Tirk êrîş û dagirkeriye. Dewleta Tirk ji dîrokê ve heya niha, bi rêya aborî, leşkerî, vekirina zanîngehên Tirkî yên li Herêma Kurdistanê, weşandina rêzefilmên Tirkî dagirkeriya xwe berdewam kiriye. Malên Tirkî ziyanê didin malên Kurdî.”

Helbestvan û nivîskarê Kurd Bêçar di dewama axaftina xwe de bang li Herêma Kurdistanê kir ku mal û rêzefilmên Tirkî boykot bikin. Bêçar got; “Herkes dikare ji aliyekê ve çalakiyek bike. Welatî dikarin bi boykotkirina malên Tirkî helwesta xwe bidin nîşandan. Di mal de malbat dikarin rêzefilmên Tirkî temaşe nekin. Min û malbata xwe hemû malên dagirkeran boykot kirine.”

Herî dawî Bêçar got; “Em helbestvan û nivîskar dikarin bi nivîsên xwe dagirkeriya dewleta Tirk bêxin ber çavan. Ger em vê yekê bikin wê raya giştî jî ji dagirkeriyê agadar bibe. Min li ser berxwedana Şengal, Kobanê û Efrînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helbest çêkirine.”

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here