Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengdayîna jibo hilbijartina serokomar û parlamentoyê saet di 08.00’an de destpê kir û wê heta saet 17.00’an dom bike.

Heta niha dengdayîn li Tirkiye û Kurdistanê dom dike, lê nuçe, dîmen û giliyên têkildarî binpêkirinan jî, her saeta diçe zêdetir dibin.

Li gorî namzetê AKP’ê yê Serokomariyê Recep Tayyip Erdogan tu binpêkirin nînin û hilbijartinek demokratîk pêk tê, lê nuçe, dîmenên di çapemeniyê de tên weşandin û giliyên tên kirin, rewşek berevajî nîşan dide.

Pirsûs dîsa bi êrîşan di rojevê de ye

Bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê ji saetên serê sibehê ve binpêkirin li gele cihan çêbûn. Li Navçeya Pirsûsa Rihayê namzetê AKP’ê û alîgirên wan, li gelek dibistanan êrîşî erkdarên sindoqan û HDP’iyan kirin, her wiha bi komî deng bikar anîn.

AKP’yiyan her wiha endamekî HDP’ê bi kêrê birîndar kirin.

Li ser dîmenên ku di çapemeniyê derketin, rayedarên HDP û CHP’ê li Desteya Bilind a Hilbijartinan gilî kir. Piştî van giliyan Serokê Desteya Hilbijartinê daxuyaniyek da û îdîa kir ku wan lêkolîn daye destpêkirin.

Piştî çend saetan dîsa li Pirsûsê vê carê di seyareyekê de 4 torbeyên dengan ku ji berê de hatibûn amadekirin û tê gotin endamên AKP’ê dibirin dibistanan ku li şûna yên welatiyan biguherînin, hatin girtin.

Li Mûşê dengên komî

Li bajaroka Haskoy a bajarê Muşê jî dîsa namzet û alîgirên AKP’ê li dibistanan dengên bi komî bikar anîn. Dîmenên van hewldanan jî hatin kişandin û gilî hatiye kirin.

Li Mêrdînê, Şaredarê navçeya Rişmil Hayrettîn Demîr ê AKP’yî xet li peywîrdarên sindoqan kirin û gef li peywîrdaran û namzetê HDP kirin.  

Li bajarê Êlihê (Batman) çavdêra hilbijartinan Christina Elico ku ji Îtalyayê hatibû, dema diçû navçeya Kercewsê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Li navçeya Surê ya Amedê jî rayedarên leşkerî çûn ser sindoqa bi hejmar 1132 rûniştin. li ser nerazîbûnan leşkeran gotin ku ew li ser fermana walî hatine wir

Her wiha hat ragihandin ku li gelek cihên din jî êrîş û binpêkirin çêbûne.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here