Îro li Zanîngeha Hewlêr konferansek ya aborî li hola zanîngehê, binavê ‘Rolê banka navendî di pêşketinên darayî’de hat lidarxistin. Di konferansê de gelek berpirsên Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê, banka navendî, mamostayên zanîngehê û gelek pisporên aborî amadebûn.

Di derbarê armanca konferansê de mamostayê zanîngehê Ferhad Kakeyî ji ajansa me re axivî û diyarkir ku ev konferans li ser wê ye gelo projeyên banka navendî ya Iraqê hene, heta welatî projeyên biçûk çêbikin û bikarin di aliyê aborî de xwe pêş bixin.

Ferhat di dewama axaftina xwe de got; “Em wek navenda zanistî hewl didin ku em bikarin bibin alîkar ji bo nava desthilat, bankan û xelk, ji bo ku ev alîkarî weke projeyên biçûk ji bo xelkê werin kirin û di aliyê aborî de welat ber bi pêşve biçe.”

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here