Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdan dest pê kir

34

Dengdana ji bo Serokkomarî û Parlamenteriya Tirkiyeyê ji saet 08:00’an û pê ve dest pê kir. 56 milyon û 342 hezar û 263 hilbijêr wê li 180 hezar û 896 sindoqan dengê xwe bidin.

Dengdana ku saet 08:00’an dest pê kir wê saet 17:00’an biqede.

Hilbijêr wê karibe bi rêya belgeyeke ku nûmaraya nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê li ser e, dengê xwe bide.

Ji bo 3 milyon û 47 hezar û 323 kesên li lîsteya hilbijêrên li derveyî welêt qeydkirî, li 123 nûnertiyên li 60 welatan roja 7’ê Hezîranê sindoq hatibûn danîn û dengdan 19’ê Hezîranê qediya bû. Dengdana li deriyên sînor wê heta îro danê êvarê saet 17’an dewam bike. Lê belê dema saet bû 17 û hîn hilbijêr li navendên dengdanê di rêzê de bin, wê ji aliyê serokê sindoqê ve bên jimartin û karibin bi dorê dengê xwe bidin.