Lîsteya Ebadî li dijî dirêjkirina dema parlementoyê derket

37

Îro, berdevkê Lîsteya Nesir Hisên El Edilî ya dibin serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi koalîsyona lîsteya Nesir û Saîrûn tê kirin û wiha têgotin, “Piştî guftûgo, hewldan û jihev têgihiştineke kur me û koalîsyona Saîrûn hevpeymanî çêkir. Em ê hewl bidin ku bibe hevpeymaneyeke herî bihêz û mezin ya parlementoyê.”

Berdevkê lîsteya Nesir El Edilî dirêjkirina temenê parlementoyê weke binpêkirina destûra bingehîn binav kir û ragihand ku wê dadgeha federal biryara dawî bide ka dirêjkirina dema parlementoyê qanûniye an ne qanûniye.

Roja 30’ê Hezîranê dema parlementoya Iraqê bi dawî dibe. Her çiqas di 12’ê Gulanê de hilbijartin çêbibe jî lê, ji ber nerazîbûnên aliyan û her wiha têgotin ku sextekarî di hilbijartinê de çêbûye heya niha jî encamên hilbijartinê fermî nebûye. Parlementoyê li ser van nerazîbûnan pêşniyar kir ku hilbijartin bi deng werin hejmartin û dadgeha federal jî vê yekê erê kir. Lê tevî vê yekê jî hê deng ne hatine hejmartin. Ev jî dibe sedem ku hikûmeta nû û parlementoya nû ava nebe û dest bi kar neke.

Îro parlementoya Iraqê ji bo guftûgokirina dirêjkirina dema parlementoyê kom bûbû lê, ji ber hejmara parlementeran kêm bû ev mijar zelal nebû.