Parlamentoya Herêma Kurdistan kom dibe

37

Îro serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê bangewaziyek ji endamên Parlamentoya Herêma Kurdistanê re şand. Di bangewaziyê de ji parlamenteran hat xwestin ku roja Sêşemê (26’ê Hezîranê) ji bo civîna asayî ya parlamentoyê amade bin.

Di bangawaziyê de wihat hate gotin; “Li gorî xala 2 a madeya 17 û xala 1 a madeya 18 li rêziknameya navxweyî ya parlamentoya Herêma Kurdistan-Iraqê ya sala 1992 yê hatiye qebulkirin de, desteya serokatiya parlamentoyê biryar daye bi runiştina hejmara 1 a asayî werza Biharê di dema hilbijartinên çaremîn a parlamentoya Kurdistan-Iraqê.”

Herwiha di bangewaziya serokatiya parlamentoyê de, daxwaz ji parlamenteran hat kirin ku di 26’ê Hezîrana2018’an saet 11:00’an de hemû parlamenter li hola civînê amadebin.

Di bangawaziya serokatiya parlamentoyê de ti proje û plan nehatiye destnîşankirin. Nayê zanîn bê ka wê parlamento li ser çi bicive.

Ji roja 7’ê Gulana 2018’an ve heya niha, parlamentoya Herêma Kurdistan ti civîn lidar n xistiye. Gelek caran komek parlamenterên Herêma Kurdistan daxwaz kirin ku parlamento li ser dagirkeriya dewleta Tirk bicive. Lê heya niha ev daxwaz nehatiye pejirandin.

(rn)