Parlementoya Iraqê ji bo xwendina pêşniyarqanûna ji bo dirêjkirina dema parlementoya Iraqê ku 30’ê Hezîranê bi dawî dibe îro, kom dibe.

Têgotin dibe ku koma PDK’ê û YNK’ê yên parlementoya Iraqê tevlî rûniştinê nebin.

Parlementoya Iraqê 2’yê Hezîranê rûniştina yekemîn a ji bo dirêjkirina dema parlementoya Iraqê pêk anîbû û rûniştina duyemîn jî weke 24’ê Hezîranê hatibû diyarkirin.

12’ê Gulanê hilbijartinên parlementoya Iraqê çêbûbû. Lê, ji ber gelek alî ji encaman nerazîbûn û gotin sextekarî hatiye kirin parlemento biryar da ku deng sedî sed bi dest werin hejmartin. Dadgeha Federal a Iraqê jî vê pêşniyara parlementoyê qebûl kir. Lê, heya niha jî hejmartina dengan dest pê nekiriye.

Destpêkê bi awayeke bi guman li Bexdayê agir bi sindoqan ket û hate gotin ku ev qeza nîne bi zanabûne. Duh jî hat îda kirin ku sindoq li ser karmendên komîsyona hilbijartinê de ketiye û kesek miriye, 3 kes jî bi giranî birîndar bûye.

Tevî ku têgotin wê deng ji nûve werin hejmartin jî partiyên dengên zêde bidestxistine xebatên tifaqan didin meşandin û hewldana avakirina hikûmetê berdewam dike.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here