Hevserokê HDP’yê yê Giştî û Namzedê Parlamenteriyê yê Wanê Sezaî Temellî, li Wanê dengê xwe da. Namzedên HDP’yê yên din jî ligel Temellî çûne ser sindoqê. Hilbijêran bi çepikan Temellî pêşwazî kirin. Li Lîseya Cumhuriyetê di sindoqa 1068’an de piştî denge xwe da Temellî ji çapemeniyê re axifî.

‘Îro roja hêviyê ye’

Temellî wiha got: «Em li hemû derên Tirkiyeyê li sindoqan xwedî derdikevin. Îro rojeke xweş e, hêvî xurt e. Ez hêvîdar im em ê vê hêviyê ji îro ber bi sibê ve bibin. Heya niha derbarê sindoqan de li gorî agahiyên ji me re hatine pirsgirêk tune ye. Tirkiye ligel hemû pêkûtiyan dê hilbijartineke demokratîk pêk bîne. Li Wanê em dibêjin 8-0.”

(bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here