Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê îro der barê biryara Dadgeha Federal a Iraqê li ser encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe ya li ser biryara hejmartina dengan bi dest wiha got; “Biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê ji jimartina dengên hilbijartina parlamentoyê bi dest, biryarek giring û divê bê pêkanîn.

Piştî ragihandina encamên destpêkê diyar bû ku sextekariyek mezin di encama hilbijartinan de hatiye kirin. Vê jî pêlek nerazîbûnê bi xwe re anî. Tevgera Azadî jî ev encam nerast dît û me daxwaz kir ku deng cardin bên jimartin.

Divê ji bo jimartina dengan kar û barên pêwîst bên kirin. Jimartina dengan dûrê alîgiriyê be. Destûr neyê dayîn cardin destê hizbên desthilat bikeve nav. Hemû aliyên ku destê wan sextekariyê de hebe, divê li gorî yasayê bên cezakirin.

Di 12’ê Gulana 2018’ê hilbijartinên parlamentoya Iraqê pêk hatin. Di 6’ê Hezîrana 2018’ê de Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinê qebûl kir. Li gorî yasaya nû pêwîste li Herêma Kurdistanê û dervey welat dengana taybet (hêzên ewlehiyê) bên betalkirin. Deng bi dest bên jimartin.

Piştî derxistina yasaya nû li parlamentoya Iraqê, ji bo pêkanîna wê divê Dadgeha Federal bipejirîne. Di 21’ê Hezîrana 2018’ê de Dadgeha Bilinda Federala Iraqê hinek ji madeyên yasaya nû pejirand. Ew jî jimartina dengan bi dest, dûrxistina komisyar û lêkolîna li ser sextekarî. Belê betalkirina encamên dengên taybet ên dervey welat û Herêma Kurdistanê red kir.

(rn)

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here