Bazara mezin a Tahranê di grevê de ye

32

Her ku diçe krîza siyasî û aborî ya li Îranê mezin dibe. Gelê Îranê li hemberî siyaseta Hikûmeta Îranê neraziye. Grevên esnafên Îranê berdewam dikin. Îro danê sibê esnaf û kasibkarên bazara mezin a Tahranê, dikanên xwe venekirin, dest bi çalakiyê kirin.

Duh li bazara Çarsuî ya Tahranê hinek çalakî li dijî şikestina nirxê pereyê Îranê yê li hemberî dolarê Amerîkî pêkhatibûn. Di çalakiyê de hatibû diyarkirin ku îro bazara mezin a Tahranê dest bi grevê bike.

Bi vê boneyê îro esnaf û kasibkarên bazara mezin a Tahranê saet 10:00’ê dikanên xwe girtin û bi dirûşmeya ‘Bigirin bigirin, em hemû bi hevrene’ berbi bazarên din ve dest bi çalakiyê kirin. Çalakvanan xwestin bazarên din jî tevlî çalakiya wan bibin.

Dolarê Amerîkî li Îranê gelek bilind bûye, ev yek di dîroka Îranê de yekem care ku ewqas dolarê Amerîkî bilind dibe.

(rn)