Îro dema qeydkirina hevpyemanan ya li komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistan dawî lê hat. Lê encûmena komîsyona Herêma Kurdistan biryar da ku ev dem were dirêj kirin.

Li ser vê yekê rêveberê ragihandin û peywendiyên komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartin Herêma Kurdistanê Şoreş Hesen ji ajansa me re axivî. Şoreş Hesen got ku îro encûmena komîsyonê piştî civînekê biryar da ku roja xwe qeydkirinê heya 27’ê Hezîrana 2018’an were dirêj kirin.

Beriya niha jî komîsyonê weke roja dawî ya qeydkirina hevpeymaniyê 20’ê Hezîranê eşkere kiribû. Lê piştre heya 25’ê Hezîranê yanî îro hatibû dirêj kirin. Îro careke din ev yek ji bo du rojên din hat dirêjkirin.

Heya niha tenê du hevpeymanan navê xwe qeyd kirine. Her yek ji hizbên Sosyalîsta Demokratîka Kurdistanê, Partiya Karkerên Kedkarên Kurdistanê û Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê di bin navê Lîsteya Serdem hevpeyman çêkirine. Her wiha Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Îslamî di bin navê Lîsteya Berbi Îslah (reform) hevpeyman çêkirine.

Bi giştî 38 partiyên siyasî xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê qeyd kirine û 3 jî red kirine.

Wê 3’yê Tîrmeha 2018’an heya 25’ê Tîrmehê dest bi qeydkirina namzetên ku partiyên wan hatine pejirandin were kirin.

Tê payîn di 30’ê Îlona 2018’ê de hilbijartinê Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkbên.

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here