Ji niha ve cotkarên navçeya Şarezûr a Silêmaniyê dest bi çandina zebeşan kir û bazarên bi zebeşan tejiye . Kêloya zebeşan 250 dînarê Iraqê ye. Lê hinek cara ji ber ku nayê firotin ji ber tirsa xirabûna zebeş bazirgan 3 zebeşan bi hezar dînar difiroşe.

Li aliyê din jî nirxê zebeş geleke. Ji ber ku îsal piraniya cotkaran zeviyên xwe kirin bîstan,  ji ber ku zebeş bi rêyê yasayî û qaçaxî ji Îranê tê.

Berhemê zebeş eger li bazarê kêloya wê 250 dinarê Iraqî be, wêdemê cotkar neçar dimînin kîloyek bi 100 dînara bifiroşe, hinek caran ji kîloya zebeşî bi 60 dînar difiroşe. Weke cotkar ji dibêjin ew mesrefa lê kirin, nikarin destheqê xwe ji berhemê zebeş bigrîn.

Cotkarê gundê Nawgirdan Eta Mehmud wiha got: “Par min zeviya xwe hemû kirîbû genim, Hikûmeta Herêmê bi yek carî hemû ji min kirî. Ez gelek poşmanîn ku min îsal genim ne çand . Min îsal 5 dûnom erd zebeş çand. Lê disan jî vî karî  poşmanim. Ji ber ku berhemê me hemû bûye xûsar.”

Cotkarê gundê Nawgirdan Azad Mehmud li ser heman mijarê wiha axivî: “Berhemê herî baş ji deşta Şarezû tê bidest xistin, bêy ku tu madeyên kîmyayî bikar bînin. Lê di wexta berhem radiweste, em mecbûr dimînîn erzan bifiroşîn yan jî li cihê wê bihêlîn. Ji ber anîna berhema ji Îranêyê em nikarin sûd ji berhemên xwe bigirin. Bi vê boneyê ez daxaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku  ji aliyê kesên peywendîdar ve van cotyaran cîdî bigrin û sînorekê ji bo anîna zebeşan ji derveyî Herêmê danin.”

Endamê Lijneya Çandiniyê û Avdaniyê li parlamantoya Herêma Kurdistanê  Xelef Ehmed got: “Ev biryar hersal ji aliyê Wezareta Çandiniyê ve ji bo baca berhemên ji derve tê ku ne mijareki ya guhertinêye. Ji ber vê yekê ji ev dibe sedem ku zebeş bi rêyên ne yasayî bikeve Herêma Kurdistanê û li bazaran tê firotin û ji bo bazirnaga dibe bar sivikî.”

Xelef Ehmed diyar kir ku di vê mijarê de karê herî zêde dikeve ser milê Wezîrê Darayî û Aborî Rêbaz û di heman wextê de Wezîrê Çandinî û Avê yê Herêma Kurdistanê ye û got: “Wezareta Çandiniyê  dikare biryara qedexekirina berhemê zebeş heya meha Cotmehê diyar bike. Her wiha kar û baca zêde ya ku diveke ser nirxê zebeş ji aliyê Wezareta Darayî û Aborî ve tê diyarkirin. Ji ber ku Herêma Kurdistanê berhemê xwe hemûya ji deşta Şarezû, Hewlêr û Germiyan bidest dixwe. Ev jî heya meha Cotmehê ye.

Em li parlementoya Herêma Kurdistanê piştgiriya hemû daxwazên cotkaran dikîn û bi taybet di aliyê berhemê zebeş de.”

(rn)

 

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here