‘Dadgeh, pirsgirêka wê çareser nekir, xwekuşt’

34

Duh êvarê li taxa Qirge ya Silêmanî jina ciwan a bi navê (K.H.K)  û temen 26 salî li Spartgeheke girêdayî Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Liser Jinê ku ser bi Hikûmeta Herême ye, dawî li jiyana xwe anî.  Îro Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî têkildarî xwekuştina jina ciwan daxuyaniyeke çapemeniyê da.  

Bi navê Rêveberiya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî Omer Gulpî axivî û diyar kir ku jina bi navê (K.H.K) ji bo çareserkirina pirsgirêka rû be rûyê wê hatibû, 9 meh bû li spartgeheke Silêmaniyê dima û got, “Tevî hemû hewldanên wê dadgeh pirsgirêka wê çareser nekir, dawî li jiyana xwe anî.”

Gulpî dazanîn ku cenazeyê wê piştî li Tiba Edlî hate lêkolîn kirin radestê malbata wê ya li Germiyanê hatiye kirin.

Ancax di heman daxuyaniyê de ne hate eşkerekirin ku ev jina ciwan ji ber çi sedemê hatibû spartgehê û pirsgirêka wê çibû ku dadgeh çareser nekir û bû sedema mirina jina ciwan.

(bz)