Dema qeyda hevpeymana bi dawî bû

30

Piştî dirêjkirina 5 rojan ji bo xwe qeydkirina hevpeymana ji hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê, îro bi dawî bû.

Der barê mijarê de rêveberê ragihandina Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê Şoreş Hesen ji ajansa me re got; “Her yek ji hizbên Sosyalîsta Demokratîka Kurdistanê, Partiya Karkerên Kedkarên Kurdistanê û Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê di bin navê Lîsteya Serdem hevpeyman çêkirine. Her wiha Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Îslamî di bin navê Lîsteya Berbi Îslah (reform) hevpeyman çêkirine.”

Hêjay gotinê ye ku Encûmena Komisyaran ji bo biryardayîna li ser dirêjkirin an jî nedirêjkirina dema qeydkirina hevpeymanan civiya û hîna biryara li ser mijarê eşkere nebûye.

Di 30’ê Îlona 2018’ê de hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk tên û heya niha 38 alî û 2 hevpeymanan xwe ji bo hilbijartinê qeyd kirine.

Biryare piştî qeydkirina navê hevpeymanan, qeydkirina navê namzetan jî destpê bike.

(rn)