Desteya Wezîran a Iraqê li ser dagirkeriya Tirk civiya

41

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê bê navber berdewam dikin. Li ser dagirkeriya dewleta Tirk şevê din Desteya Wezîran a Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.

Piştî civînê têkildarî naveroka civînê ofîsa Serokwezîrtiyê daxuyaniyek da û wiha hate gotin; “Têkildarî binpêkirina sînorên Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve nîqaşek berfireh hate kirin. Di civîna li ser dagirkeriya Tirk de ku Wezareta Parastinê, Parêzvanên Sînor, Wezareta Parastina Hewayî û Wezareta Derve yên Iraqê amadebûn, guftûgoyên giring hatin kirin.

Hemû cûrên êrîşên li ser xaka Iraqê em red dikin. Ji bo pêşîgirtina li derbaskirina sînor û êrîşên li ser xaka Iraqê çend rêze biryar hatin girtin.

Ji bo pêşîgirtina êrîşan wê xebat bên meşandin

Ji bo pêşîgirtina li binpêkirina sînoran bikaranîna rêbazên dîplomasî. Komîteya operasyona hevbeş û artêşê, komîteya îstixbarat û ewlehiyê ya Wezareta Parastinê, Şêwirmendiya Ewlehiya Netewî ya hêzên hindir û sînor têkildarî êrîşan demek herî kurt de wê rapor û pêşniyarên xwe amade bikin. Raporên bên amadekirin wê cardin bêne destgirtin.”

(rn)