Şîdet û zexta li dijî jin her diçe zêde dibe. Rêveberiya Polîsên Silêmanî ragihand ku jineke ciwan a bi navê (K.H.M) ya temen 26 salî ku ji ber pirsgirêkên civakî û nebûna ewlehiyê xwe spartibû stargehê dawî li jiyana xwe anî.

Bûyer duh êvarê li taxa Qirge ya bajarê Silêmaniyê rû da.  

Li gorî daxuyaniya polîsan ku şevê din piştî bûyerê dane lêpirsîn di derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin û cenazeyê jina ciwan jî ji bo lêkolînê rakirine nexweşxaneya Tiba Edlî ya bajarê Silêmanî.

Her wiha li gorî agahiyên ku bi dest me ketiye her duh êvarê jineke ciwan  a bi nave (Ş.M) temen 20 salî li navçeya Pêncwên a ser bi Silêmaniyê agir bi bedana xwe xistiye û piştî çend saetan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Qeymeqamê Pêncwên jî got ku ew jina ciwan ji ber pirsgirêkeke malbatî xwekuştiye.

Li gorî agahiyên bi dest  me ketiye di nava 6 mehên sala 2018’an de li Herêma Kurdistanê 168 welati yan hatine kuştin yanjî  xwe kuştine.

(ep/bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here