‘Divê gel bêdengiya hizbên siyasî ya li hember dagirkeriyê bişkêne’

31

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Tirkiye di demên dawî de êrîşên xwe yên ser Başûr zêde kiriye. Hizbên Başûrê Kurdistanê li hemberî  dagirkeriyê bêdengiya xwe diparêzin.

Nerazîbûnên hemberî dagirkeriya dewleta Tirk her ku diçe zêde dibin. Gelê Başûr Tirkiye weke metirsiyek mezin dibîne. Hikûmet, parlamento û hizbên siyasî bêdengin. Li ser dagirkeriya dewleta Tirk endezyarê bînesazî Herêm Mehmud û mamostayê beşa ziman Hejar Xudada ji ajansa me re axivîn.

‘Emê xwedî li tekoşîna gerîla derbikevin’

Di destpêkê de endezyarê binesazî Herêm Mehmud diyarkir ku helwest tenê bi peyaman ve sînordar dimêne û wiha domkir; “Divê gelê Kurd bêdengiya hizbên siyasî bişkêne û xwedî li şoreşa her çar parçeyên Kurdistanê derbikevin. Em wek gelê Başûr niha xwedî li tekoşîna gerîlayan derdikevin û hemû êrîşên Tirkiya faşîst şermezar dikin. Gelek girînge ku gel hişyar be û pêwîste gel dakevin qadan û nerazîbûna xwe li hemberî dagirkeriyê bide nîşandan.”

‘Pêwîstî bi yekitiyê heye’

Li ser heman mijarê mamostayê zimanê Kurdî Hejar Xudada jî nêrînên xwe anî ziman û got; “Niha yekitiya di nava gelê Kurd de, di rewşek pir xirab deye. Kurd heya niha nekarîne yekitiyek netewî ya bi hêz ava bikin, ev yek wisan dike dijmin serkeftinê bi dest bixe. Bi taybet dewleta Tirk ji vê yekê feyde digre. Em roj bi roj dibînin Tirkiye xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.”

Hejar Xudada di dawiya axaftina xwe de got; “Niha dema wê yekê ye ku hemû hêz û aliyên siyasî yekitiya xwe ava bikin û li hemberî dijmin rawestin. Divê gelê Kurd yê Başûrê Kurdistan, weke hizban nekin û bêdeng nemênin. Divê helwesta gel li dijî dagirkeriya Tirkiye hebe.”

(rn)