Eniya Niştîmanî têkildarî dagirkeriya Tirk serdana Komele kir

21

Îro şandek a Eniya Niştîmanî ya dijî dagirkeriyê li bajarê Silêmanî çû serdana baregeha encûmena siyasî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê. Piştî civînê herdû aliyan daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Eniya Niştîmanî ya dijî dagirkeriyê Dilşad Babanî axivî û têkildarî daxwazên pêşkêşê Komeleya Îslamî kirin wiha got; “Me ji Komeleya Îslamî daxwaz kir ku bi rêya parlamenterên xwe hewl bide biryara jimare 37 a parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser derxistina baregeh û navendên hêzên biyanî ji Herêma Kurdistanê bê xistina meriyete. Her wiha bi rêya parlamenterên xwe li parlamentoya Iraqê hewl bidin ku ji bo runiştina awerte ya parlamentoyê îmzeyan kom bikin û ew li hevkirina di navbera rejîma Baas û dewleta Tirk di salên 1978 û 1984’ê de hatine kirin ku rê dide hatina hêzên biyanî, betal bikin.

Her wiha me ji Komele daxwaz kir ku bi rêya peywendiyên siyasî hewl bide Serokkomar helwesta xwe ya fermî li ser dagirkeriya heye nişan bide.”

Piştre berpirsê navenda hilbijartinê ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Hawjîn Omer jî axivî û got; “Di hemû mijarên netewî de Komele xwedî helweste. Komele li gel wê ye ku bi du şêweyan pêşiya vê dagirkeriyê bê girtin. Hem di aliyê netewî û hem jî aliyê serweriya Herêma Kurdistanê de. Ji bo wê jî em piştgiriya xalên di daxwaznameyê de dikin.”

(rn)