HDP li Iraq û 6 welatên din bû partiya yekemîn

37

Li gorî vê yekê bang li milyonek û 443 hezar û 585 dengdêrî hate kirin ji bo dengê xwe bidin. Bi rêjeya 48 ji sedî hilbijêran dengê xwe dan. Li Elmanyayê 718 hezar, li Fransayê jî 170 hezar û 901 hilbijêrî dengê xwe dan.

Li gorî encamên ne diyar, AKP’ê 52.5 ji sedî yê dengan, CHP’ê 17.3 ê dengan, HDP’ê 16.5 ji sedî yê dengan û MHP’ê jî 8 ji sedî yê dengên li derveyî welat stendin.

HDP mîna li gelemperiya Tirkiyeyê, li derveyî welat jî bû partiya sêyemîn. Lê belê li gorî vê tabloyê, dengên HDP’ê li gorî hilbijartina Mijdara 2015’an kêm bûn.

HDP’ê di hibijartinên 24’ê Hezîranê de li derveyî welat 170 hezar û 231 deng girt. Di hilbijartina Mijdara 2015’an de bi rêjeya 19.1 ji sedî 220 hezar û 59 deng stendibû.

Li Elmanya û Fransayê dengê HDP’ê kêm bû

Li Elmanyayê ku hilbijêr herî zêde lê ye, rêjeya dengên HDP’ê ji 15.9 ji sedî daket 14 ji sedî. Li Fransayê ji 25 ji sedî daket 23 ji sedî.

HDP’ê li Fînlandiya, Îngilîstan û Iraqê dengê xwe zêde kir.

‘Li heft welatan bû partiya yekemîn’

Heft welatên ku HDP lê bû partiya yekemîn:

Îngilîstan (%48), Fînlandiya (%49.2), Iraq (%47.9), Swîsre (%39.7), Îtalya (%35.2), Japonya (%44.3), Ûkrayna (%39.5).

‘Hin welatên ku rêjeya dengan lê zêde ye’

HDP’ê tevî vê yekê li van welatan bi rêjeyeke bilind deng stend: Swîsre %35.2, Kanada %31.7, Yewnanîstan %33.9, Romanya %26.5, Bahreyn %25.8, Îrlanda %24.8, DYA %20.6, Federasyona Rûsya %19.5, Çîn %18.6.