Cotyarên herêma Bradost ya girêdayî navçeya Soran a Hewlêrê ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ji ber metirsiya bombebaran û topbarana dewleta Tirk ew genimê ku çandine, pêş bigehe kom dikin û ev jî dibe sedema zererek mezin berhemê wan de çêbibe.

Yek ji cotyarên herêma Bradost a navçeya Sîdekan bi navê Faxir Ehmed diyar kir ku ji ber metirsiya dagirkeriya Tirk û bombebaranên balafirên şer, metirsiyek mezin di nava koçer û cotyarên herêmê de çêbûye.

Faxir Ehmed wiha jî got; “Salane ji gelek herêmên weke Hewlêr, Dihok û cihên din koçber berê xwe didin zozan û gundên herêma Bradostê. Belê niha bombebaran û topbarana artêşa Tirk jiyana koçberan xistiye metirsiyê de. Di aliyê çandiniyê de xaka Bradost cihek dewlemende. Belê ji ber bombebaranê cotyar newêrin biçin herêmê.”

Cotyarek din ê herêma Bradost bi navê Şakir Herîn jî diyar kir ku her çendî 10 roj hîna mabin ji bo dirûna genim jî, belê ji ber metirsiya leşkerên Tirk ew neçarin genimê xwe zûtir kom bikin, ji bo karên xwe zû bidawî bikin û biçine malên xwe.

Şakir Herîn wiha dawî li axaftina xwe anî; “Metirsiyek mezin li ser me heye. Ji ber bombebaranê zererek mezin gihaye cotyar û koçerên herêmê. Em ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ji bo me çareseriyek peyda bikin.”

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here