Duh hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê pêkhatin. Beriya hilbijartinan Erdogan gef li HDP’ê dixwar û di got ku ‘çi bibe bila bibe, divê ew HDP’ê bendê derbas neke’. Gelê Kurd di hilbijartinan de bersiva Erdogan da û HDP benda hilbijartinê derbaskir.

Hema bêje li her deverê Kurdistaniyan serkeftina HDP’ê ya li dijî Erdogan pîroz kir. Eniya Nîştimanî ya li dijî dagirkeriyê jî di derbarê encamên hilbijartinên Tirkiyeyê de daxuyaniyek belav kir.

‘Pêwîste pêvajoyek aştiyane destpê bike’

Di despêka daxuyaniyê de Eniya Nîştimanî pîrozbahî li Partiya Demokratîk a Gelan kir û wiha got; “Serkeftina HDP’ê li tevayî gelê Kurd, gelên demokratîkxwaz, welatê Tirkiye û Rojhilata Navîn pîroz be. Em hêvîdarin pêvajoyek nû ji bo mafê rewa yê gelê Kurd û gelên din, di parlamentoyê de destpê bike. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo xebata gelê me yê Bakûrê Kurdistanê rojek girîng bû. Ji bo vê em daxwaza guftûgoyên aştiyane û demokrasiyê dikin. Em dixwazin di navbera aliyên Tirkiyê de ji bo aştî û demokrasiyê pêvajoyek aştiyê destpê bike.”

‘Divê Tirkiye ji xaka Başûr derbikeve’

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku divê dewleta Tirk rêya aştiyê hilbijêre û wiha domkir; “Divê dewleta Tirk dawî li şer bîne, dîrok nîşandaye ku bi şer tu pirsgirêk çareser nabin, aloztir dibin. Divê dewleta Tirk leşkerên xwe nekêşe Herêma Kurdistanê û ji xaka Başûrê Kurdistan derbikeve.”

Herî dawî Eniya Nîştimanî ya li dijî dagirkeriyê got; “Em bi eşkereyî piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê radigihînin. Me bi awayek fermî peyama pîrozbahiyê gihandiye buroya HDP’ê ya Hewlêr. Em pîrozbahiyê li hemû parlamenterên HDP’ê çalakvanên siyasî yên HDP’ê dikin.”

Hêjay gotinê ye ku endamê Eniya Niştîmanî Hêrîş Berzencî ji ajansa me re diyar kir ku ji bo guftûgo, helwest û derxistina leşkerên Tirk ji ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ewê dema pêş biçin Bexda û li gel aliyên Iraqê hevdîtinan bikin.

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here