Ji YSK’ê daxuyaniya hilbijartinê

35

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven li ser encamên hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 24’ê Hezîranê daxuyaniyek da û diyar kir ku 6 partî bendê derbaskirine û Erdogan jî piraniya dengan bidest xistiye.

Guven diyar kir ku heta niha bi qasî 97.7 ji sedî ya encamên hilbjartinê ketiye sîstema wan û got, «Hejmara dengên ku hîn neketine sîstemê wê bandorê li encamê nekin.»

Guven da xuyakirin ku Recep Tayyîp Erdogan piraniya dengên derbasdar stendiye.

Li gorî encamên nediyar, Guven partiyên ku ji benda hilbijartinê ya 10 ji sedî derbas kirine anî ziman: AKP, CHP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP û Partiya Saadetê.