Îro li bajarê Hewlêrê li Hotela Çiwar Çira bi beşdarbûna  rojnamegerên jin, nûnerên rêxistinê jinan, Serokê Lijneya Parastina Mafê jinan li Parlamentoyê,  Rêveberê Giştî Ragihandin û Çapê li Wezareta Rewşenbîrî konferansek hate lidarxistin.

Berpirsê komîteya lidar xistina konferensê Hîwa Omer ji ajansa me re got: “Ew mîdyayên îro ji me re dibêjin ‘divê jin her li mal bin’ û mafê lêdan û tunduya dijî jinan dide, me guftûgo kirin. Ev konferans ji bo avakirina civakek medenî û zanistane ye. Ji bo karkirina li ser wekheviya maf û jiyana wekhev.”

Di dawiyê de jî Hîwa Omer got; “Emê di encama konferansê de çend raporan amade bikin û pêşkêşê hemû navenda bikin.”

(rn)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here