Meclîsa Siyasî ya Partiya Komunîsta Kurdistanê bi peyamekî nivîskî serketiya HDP’ê ya di hilbijartinê de ku ji sedê 11.6 deng anî pîroz kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Partiya Komunîsta Kurdistanê wiha ye; «Bi boneya serketinê em peyama pîrozbahiyê pêşkêşî we dikin, bi rêya we, em pîrozbahiyê li hemû demokratxwaz, kesên niştîma, çep û tevahiya gelên Tirkiyeyê û bi taybet gelê Kurdistanê dikin ku di vê hilbijartinê de piştgirî dan, ji bo anîna demokrasiya rasteqîn, mafê medenî ji bo hemû gelan û çareserkirina pirsgirêka Kurd. Bi rêya aştiyê û guftûgoyê mafên rewa bibin qanûnî û destûrî.

Pîrozbahiyê li Selahedîn Demîrtaş dikin ku gelek bi zehmetî di girtîgehê de kampanya hilbijartinê dida meşandin. Bi awayekî bawerî û piştgirî navendekî berfireh di nava gelên Tirkiyeyê de bi dest xist û di vî awarî de divê demildest were berdan û tevahiya mafên destûrî û qanûnî ji bo werin kirin.»

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here