Pêwîstiya Silêmaniyê bi ceyrana zêdetir heye

34

Bi hatina werza Havînê re careke din pirsgirêkên ceyranê yên li Herêma Kurdistan serî hildan. Hikûmet weku tê xwestin ceyrana giştî parve nake. Ev yek bandorê li ser jeneretorên taybet dikin. 540 jeneretorên taybet li Silêmaniyê hene. Ji vane 40 jeneretorên bazirganî yên ji bo esnaf, markêt û yên nava bazarê ne. Ev jeneretorane bi berdewamî ceyranê didin. Bi giştî ji van jeneretorane ji sedî 5 xirab bûne. Nirxê her ampêrek hezar û pênsed dînarê Iraqê ye. Ger ji 27’ê Hezîranê û pêve saetên ceyrana giştî neyên zêdekirin, wê ev nirx jî bilind bibe.

Li ser pirsgirêkên ceyranê rêveberê jeneretorên taybet yên bajarê Silêmaniyê, Tariq Semîn ji ajansa me re axivî. Tariq Semîn got; “Piştî sala 2014’an pirsgirêkên me zêde bûne. Qeyrana aborî bandora xwe li xwediyê jeneretoran jî kiriye. Xwediyê jeneratoran nikarin li gorî tê xwestin pereyê jeneretoran bi dest bixin. Mazot nameye, em di bazara bê kontrol de mazot peyda dikin. Kes nizane di wê mazotê de çi heye û dibe sedemê xirabûna jeneratoran. Lîtreya mazotê bi 535 dinarê Iraqê ye. Her saetek 70 lître mazot dixwe û rojane nêzîkî hezar lître mazot tê bikaranîn. Xwediyê jeneratoran ji her hezar ampêran 10 milyon dînarê Iraqê kom dike. Ji vê jî 8 milyon didin bi mazotê.”

Herwiha Tariq Semîn got ku wana gelek caran daxwaza alîkariyê kirine ku ew jî bikarin alîkariya xelkê bikin. Tariq diyarkir ku gelek caran ji ber nirxê ampêran bilind dibe, di navbera wan û welatiyan de pirsgirêk derdikeve.

Berdevkê rêveberiya ceyrana giştî yê Silêmaniyê Sîrwan Mihemed jî li ser heman pirsgirêkan ji ajansa me re axivî. Sîrwan got ku ew hewl didin alîkariya welatiyan bikin û bê ceyran nemênin. Sîrwan wiha domkir; “Dema ku ceyrana giştî nebe, jeneratorên taybet tên berdan, ceyrana Silêmaniyê pêwîstî bi hezar megabayt volt heye. Lê tenê ji bo me nîvê vê tê. Ji ber vê yekê têra me nake.”

Herî dawî welatiya binavê Kiwêstan Mihemed ku xelkê taxa Tawerekan a bajarê Silêmaniyê ye, li ser heman mijarê axivî û got; “Di werza Havînê de ceyran gelek xirabe, em nizanin plan û bernameya ceyrana gitşî çawane. Şevane gelek caran tê û diçe. Ev bi salane pirsgirêka ceyranê li vî welatî heye û Hikûmet nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Divê meha ku gelek germede, ceyrana giştî nîne û em nikarin bi ceyrana jeneratoran amêrên hênikahiyê vekin.”

(rn)