Nerazîbûnên li hemberî dewleta Tirk a dagirker her ku diçe mezin dibe. Rojnamegerên bajarê Dihokê ku bi taybet gundên derdora Dihokê dibin dagirkeriya dewleta Tirk û topbaranê dene ji ajansa me re axivîn.

Rojnamgerê binavê Beyar Amêdî di destpêkê de axivî û got; “Erdogan dixwaze bi hêceta, PKK’ê hêdî hêdî Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dixwaze li ser hesabê gelê Kurd sînorê Tirkiyeyê berfireh bike. Ji bo ev êrîş werin rawestandin divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dengê xwe derbixin.”

Herwiha rojnamegerê binavê Mesûd Hadî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got; “Dewleta Tirk dixwaze doza rewa ya gelê Kurd hilweşîne. Êrîşên ku li ser Qendîl, Başûr û Rojava tên kirin, êrîşên ji bo tinekirina gelê Kurdin. Armanca dewleta Tirk bi van êrîşane ewe ku dixwaze tevahî gelê Kurd tine bike. Doza rewa ya Kurd nehêle.”

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here