Salane zêdetirê 100 jin rastî êrîşên cinsî tên

27

Neteweyên Yekbûyî (NY) 19’ê Hezîranê weke Roja Cîhanî ya Bidawîkirina Tundûtûjiya Cinsî di dema pêşbaziyan de destnîşan kiriye. Îro saet 10:00’ê li salona Sead Ebdullah li bajarê Hewlêr di konferansa bi navê ‘Em rûmeta jin û keçen rizgar bûyîn, li gel mafê zarokên di dema tundûtûjiyên cindî dema şer de ji dayik bûyîn diparêzin’ destpê kir û konferans wê heya êvarê berdewam bike.

Di konferansê de nûnerê NY, rêxistinên cîhanî, rêxistinên jinan û rêveberiya Têkoşîna Dijî Tûndutujiya li ser jinan  û çend wezaretên hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.

Têkildarî naverok û armanca konferansê endama Encûmena Bilind a Karûbarê Xanimanî Kurdistan Pexşan Zengene ji çapemeniyê re axivî û got; “Armanca konferansê ji bo xizmetkirina jinên bûne qurbanê dema pêşbaziyan de.

Ev konferansa duyemîn a li ser vê mijarê ye li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin. Di guftûgoyên me de ew jinên di nava civakê de rastî êrîşa cinsî tên jî digire, ne yên tenê yên hatine revandin.

Bi giştî yek milyon û 400 hezar penaber û koçber li hundir û yên dervey Iraqê hene. Divê ji bo ew zarokên di şert û mercên cûda de jidayik bûne, mafên wan bên parastin.”

Piştre rêvebera navenda giştî ya Têkoşîna Dijî Tundûtûjiya li ser Jinan Kurde Humer jî axivî û got; “Li gor bilançoya navenda me, salan eli Herêma Kurdistanê 100-110 jin rastî êrîşa cinsî tên. Dibe ev jimare zêdetir jî be. Belê ev jin nikarin xwe bigehînine navenda me ku doz vekin.”

Hêjay gotinê ye ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jin li Şengal, Mûsil û cihên cûdatir rastî êrîşa cinsî hatin. Heya niha çarenûsa gelek ji van jinan jî nediyare.

(rn)