Yekgirtûya îslamî HDP pîroz kir

44

Encumena Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê bi boneya serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de,  HDP pîroz kir.

Di peyama Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê de wiha tê gotin;»Bi boneya serketina we ya di vê rewşa aloz û hestyar ya di hilbijartinê de, bi navê Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê ciwantirîn pîrozbahî li we û gelê Kurd ê li Bakûrê Kurdistanê dikin. Hêvîdarin ku ev serketin bibe destpêka qonaxekî nû û bibe destpêkirina bi awayekî rasteqîn a çareseriya pirsgirêka siyasî ya gelê me li Tirkiyeyê.»