YNK’ê serketina HDP’ê pîroz kir

38

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî bi peyamekê serketina HDP’ê ya di hilbijartinên duh li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de pîroz kir.

Di peyama Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî de wiha tê gotin; «Bi boneya serketina di hilbijartina 24’ê Hezîranê de û derbaskirina benda ji sedê 10’an, ez û hevalên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahiya herî germ pêşkêşî HDP’ê dikin û hêvîdarin ku ev serketin bibe hêviya aştiyê, demokrasiya li herêmê.

Gelê Kurd yek ji neteweyên sereke yên herêmêne û bi taybet Tirkiyeyê ne. Vê hilbijartinê careke din, îspat kir ku gelê Kurd li her cihî be, dixwaz aştî û azadî pêk were û mafên xwe yên demokratîk û mafên neteweyên din biparêze. Îro jî gelê Kurd li Bakur careke din bawerî da we û weke nûnerên xwe hûn şandin parlamentoyê. Lewma erka li ser milê we hemûyan, erka demokrasiyê ye û parastina hemû pêkhateyên cuda yên Tirkiyeyê ye. Nûnerên rasteqîn bin.»

Di dawiya peyama Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî de wiha tê destnîşan kirin; «Hevalên HDP’ê, ev serketin we ya mezin, li Bakur baştirin derfete ji bo ku hemû şaşiyan vegererîn destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiyeyê. Dawî li şer û aloziyan bê. Mafên gelê Kurd li Bakur bidest bînin. Ji ber ku tenê aştî û bi hev re jiyankirin û guftûgo kilîla çareserkirina hemû pirsgirêkane. Bi serketina proseyê dikare mafên gelê Kurd bi dest werin.

Vê boneya pîroz weke derfetekê dibînim, ji bo ku slavên xwe yên taybet ji bo Birêz Rêveberê Kurd ê di girtîgehê de Selahedîn Demîrtaş û hemû rêveber û endamên di girtîgehê de bişînim. Hêvîdarim ku weke gava destpêkê ya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, demekî herî nêzîk de werin berdan û hêza xwe ji bo xizmeta vê prosayê de ji bo gelê me xerc bikin.»