4 aliyên siyasî lihev civiyan

29

Li Silêmaniyê, li Ofîsa Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê der barê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya ser bi destan hejmartina dengên hilbijartina 12’ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê Tevgera Goran, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê lihev civiyan.

Piştî civînê, Berpirsê Navenda Hilbijartinê yê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Hewjîn Omer daxuyanî da û got; «Navendên hilbijartinê timî bi hev re di nava hevdîtinê de ne û peywendiya wan bi hev re heye, ji bo nirxandina li ser her biryarekî ji encamên hilbijartina 12’ê Gulanê derdikeve.»

Hewjîn Omer bersiva pirsa, ‘gelo ev herçar alî wê bi hev re ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê koalîsyonekê ava bikin? jî wiha da; «Ev karê rêveberane û divê ew biryarê li ser bidin.»