Her roja diçe êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Li hemberî êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk rojnameger Asûs Herdî û çavdêrê siyasî Edalet Ebdullah ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku dewleta Tirk li dijî çareseriya doza Kurd bi giştî ye.

Rojnameger Asûs Herdî ragihand ku ji ber her partiyek siyasi yên Herêma Kurdistanê xwe bi dewletek yên derdor ve girêdane, ji ber wê ev dewlet kengê bixwazin dikarin  xaka herêmê dagir bikin û wiha domand; “Van partiyan çavê xwe li dagirkeriyê re girtine. Her wiha ji ber partiyên din yên biçûk û rexistinên civaka sivîl jî helwestekî tund li dijî van êriş û dagirkeriyan rabernakin, ev êriş û dagirkerî pêktên.”

Li ser bêdengiya Iraqê ya li hemberî van êriş û dagirkeriyan jî Asûs Herdî got; “Iraq jî dewletek dagirkera Kurdistanê ye. Dibe ku carna daxuyaniyên nerazîbûnê nîşanî êrişên Tirkiyê bide, lê ez bawer dikim Iraq jî lewazbûna Kurdan dixwaze. Ji ber ku lewazbûna Kurdan di berjewendiyê Iraqê de ye.”

Her wiha Asûs Herdî bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rexne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ger hikûmeta Herêma Kurdistanê nekare bi karanîna hêzê dijî dagirkeriya dewleta Tirk raweste, dikare bi rêya dîplomasî helwest nişan bide. Lê li cihê dijî dagirkeriya dewleta Tirk derkeve, PKK’ê ji êrîşên li ser Başûr tewanbar dike. Dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK’ê ye, ji ber ku PKK hebe, yan nebe, êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê wê her berdewam bikine. Di encama topbaran û bombebaranên dewleta Tirk de gundiyên Herêma Kurdistanê dibin qurbanî.”

Li ser heman mijarê çavdêrê siyasî Edalet Ebdullah jî axivî û wiha got; “Dewleta Tirk timî ji Kurdan tirsaye, ji bo wê dixwaze Kurdan tine bike. Eger ku deleta Tirk bi riya diyalogê pirsgirêka Kurd çareser bikiriba, wê serî li riya leşkerî nedaba, wê sînorên xaka Herêma Kurdistanê derbaz nekiriba.Wê gundiyên li ser sinor qetil nekiriban.  Wê zerer ne daba baxê wan.”

Çavdêrê siyasî Edalet Ebdullah di berdewamiya axaftina xwe de wiha jî got; “Êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser xaka herêmê bi hêceta hebûna PKK’ê ne raste, ji ber ku her dewleta Tirk e êrîşê Rojavayê Kurdistanê dike. Li Bakûr û Başûr jî naxwaze pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.”

Edalet Ebdullah diyar kir ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî êrîşên dewleta Tirk helwestek cidî nişan bide. Bêdengiya hikûmetê cesaretê dide dewleta Tirk hîn zêdetir êrîşê ser xaka herêmê bike.”

Di dawiyê de jî Edalet Ebdullah got ku divê parlamentoya Herêma Kurdistanê hemû aliyên siyasî kom bike û zextê li hikûmeta herêmê bike ku dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nişan bide.”

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here