Çend navendên refîneyên petrolê li Hewlêr hatin girtin

36

Îro li bajarê Hewlêrê 16 navendên refîneyên petrol û gazê hatin girtin. Ev refîneyane ji ber ku bêhnek xirab li derdora xwe belav dikin û dibin sedemê nexweşiyan hatine girtin. Li ser vê yekê Qeymeqamê bajarê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji ajansa me re axivî.

Qeymeqamê Hewlêr Nebez Ebdulhemîd têkildarî sedema girtina refîngehan got; “Piştî belavbûna bêhnek nexweş ya di nava bajarê Hewlêr de, bi hevkariya polîsên şaredariyê û hêzên zêrevanî, me karî em 16 navendên petrol û gazê yên ne yasayî bigirin.”

Herwiha Nebez Ebdulhemîd diyar kir ku wan li hemberî hinek navendên din jî doza yasayî daye destpêkirin, ji ber ne li gor yasayê kar dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Heya ku rê li ber parastina jîngeyê neye vekirin, emê rê nedin ew navendên belavkirina petrol û gazê bên vekirin.”

(rn)