Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundên Kakeyiyan kirin

32

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gund û navçeyên derdora Kerkûk û herêmên bi nakok berdewam dikin. Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundê Eli Sera yê ser bajarokê Daqoq ê li parêzgeha Kerkûkê kirin, welatiyek hate kuştin û 3’ê kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên şahidek bûyerê yê li gundê Eli Sera yê ser bajarokê Daqoq diyarkir ku, duh bi şev saet 22:30’ê 8 motorsiklêt ku li ser kesên bi rih û alaya reş li ser bû û logoya çeteyên DAIŞ hebû, êrîşê gundê Elî Sera ku gundek yê Kakeyiyane kirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku welatiyên gund jî li hemberî çeteyan derketine û di encamê de şer derketiye. Şahidê bûyerê di dewamê de diyar kir ku, di encama êrîşê de welatiyê binavê Kazim Hacî Hisên hate kuştin, zarokek çar salî û jinek din jî birîndar bûn. Herwiha cîranê welatiyê hatî kuştin jî guleyek lêketiye û birîndare.

Di Heman şeve de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundê Degişmanê Biçûk ê ser bi bajarokê Daqoq kirin. Li wir şer di navbera çeteyên DAIŞ û çekdarên Heşdî Şebî de çêbû. Di encama şer de tu ziyanek bi kesê neket.

(rn)