Li nêzî bajarokê Xebat a ser bi Hewlêrê di Rûbarê Zêyê Mezin de 2 ciwan xeniqîn.

Berdevkê Polîsên Parastina Şaristaniyê yê Hewlêrê Bêwar Zeyid ev agahî dan ajansa me; «Ciwanê bi navê Erkan Mehmûd ê xelkê Xebat ku di sala 1999’an  de ji dayik bûye, di saet 15:00’an de di avê de xeniqî, di heman demê de welatiyê bi navê Yusif Xelîl ê di  sala 2001’an de ji dayik bûyî jî di heman avê de xeniqî. Heya niha cenaze nehatine dîtin û hewldanên lêgerînê didomin.»

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here