Eniya Demokratîk a Gel HDP pîroz kir

34

Eniya Demokratîk a Gel serketina HDP’ê ya di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de bi peyamekê pîroz kir.

Di peyama Eniya Demokratîk a Gel wiha tê gotin; «Tevî hemû gef û astengiyan û desteserkirina gelek endam û rêveberên HDP’ê jî HPD’ê bend derbas kir. Ji ber têkoşîna HDP’ê, gelê Kurd û gelên azadîxwazên Tirkiyeyê li ser şopa civaka demokratîk û li hemberî faşîzma AKP û Erdogan HDP’ê karî serketinek mezin bi dest bixe.  Tevî êrîşên nîjadperestî û faşîst gelên Tirkiyeyê azadî serxist û HDP li Tirkiyeyê weke partiya sêyemîn û li Bakur weke partiya yekemîn derket. Ji ber ku gelên Tirkiyeyê ev yek dubare kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Tirkiyeyê deng dan HDP’ê.»

Peyana Eniya Demokratîk a Gel wiha didome; «Cîhan û Rojhilata Navîn bi şerekî giran ê cîhanî re derbas dibe. Desthilat û hikûmetên hene, li ser bingehê dagirkeriyê xwe bi hêz amade dikin. Herêmê ber bi rewşek nediyar ve dibin. Zerermendên yekemîn gelên hêrêmê ne. Bi taybet gelê Kurd e ku êrişên bi hêz têne li ser. Di rewşa şeran de gelek kes koçber dibin. Malwêran dibin. Di warê aborî, bêkarî ziyan çêdibe, êrîşî jin û ciwanan dikin. Ji bo Tirkiyeyê jî destûrekî bi hev re jiyankirinê û demokratîk û konfederalîzma demokratîk pêwîste.Ji derveyî vê herêm ber bi parçebûnê ve diçe. Tişta ku rêveberiya faşîst li Tirkiyeyê dike zihniyeta desthilatdariya yek netewe-dewlete.

Ji lîsteya HDP’ê 25 jin û nûnerên ciwananû neteweyên cûda derketin,  ji bo çareserkirina pirsgirêkan û demokrasiyê bi bandore. Lewma daxwazê ji partiyên din ên Tirkiyeyê û bi taybet AKP’ê dikin ku bi berpirsyartî tevger bikin û serkeftinên hene ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê bikin derfet û ji ber ku şer  ji derveyî ziyandayîna gelên Tirkiyeyê ti destkeftiyên din bi xwe re nayîne.»