Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran îro têkildarî amadebûn yan jî neamadebûna Tevgera Goran ji bo avakirina koalîsyonê bi partiyên din re ji bo beşdarbûna hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê civiya. Piştî civînê Endamê Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran Hişyar Omer daxuyanî da.

Endamê Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran Hişyar Omer wiha got; «Hilbijartinên Herêma Kurdistanê derfeteke ji bo dawîanîna şikestina hikûkraniya aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê. Herwiha derfeteke ji bo vegera mafê welatiyan ê hatî zeft kirin. Tevgera Goran ji bo pêşengiya hemû karên bi hev re û koalîsyona di nava hemû partiyên siyasî û reformxwazên armanca wan mijarên siyasî û civakî û dijberiya gendeliyê ne amadeye. Em bang li hemû welatiyan dikin ku biçin li ser sindoqan, ji bo gendelî û sextekarî dawî lê were.»

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here