Îsraîlê bi fûzeyan êrîş kir, rejîm bersiv da

32

Medyaya Sûriyyê ragihand ku Hêzên Hewayî yên Îsraîlê bi fûzeyan êrîşê balafireke kargo ya Îranê ku barê xwe li Balafirgeha Şamê datanî kiriye û sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê jî fûze bêtesîr kirine.

Di nûçeyan de hate gotin, êrîşa Îsraîlê bi fuzeyên Sûriyeyê hatiye şikandin û fuzeyên Sûriyeyê li nêzî balafirgeha Şamê droneke Îsraîlê anîne xwarê.