Ji çalakiya Mertalên Zindî

32

Başûrê Kurdistanê ev zêdeyî 7 mehane dibin êrişên dagirkeriyê de ye. Tê gotin ku dewleta Tirk a dagirker di nava vê demê de 11 baregehên sereke yên nû li Başûr ava kiriye. Saheya ku dagirkerî lê kur dike û weke îstasyona derbasbûnê bikartîne jî tê zanîn saheya ku dibin kontrola PDK’ê de ye. Ev baregeh di rastiyê de tenê ji bo qetil kirina Kurdan hatiye avakirin.

Berxwedana gerîla û gelê Başûr ya li dijî dagirkeriyê jî her roja paştir mezintir dibe. Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî dengê xwe yê nerazî tevlî yê gelê Başûr dike. Nerazîbûnên ji kolanan û ji çiyayan li dijî dagirkeriyê berz dibe, pêkhatina yekîtiya netewî ferz dike. Eger em van çalakiyên li dijî dagirkeriyê bişînin tabloyeke mozaîk, çalakiya herî girîng û herî balkêş çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê ye. Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku bedena xwe ji êrîşan re kirine mertal di roja 18. a çalakiya xwe de ne û wer diyare ku heya encam were girtin dê dewam bike.

Em dikarin mertalên zindî bişibînin xalîleyeke hatiye hunandin. Her yek rengeke cûdaye lê, ketine ser heman rêyê. Ji bo heman armancê herikîn Qendîlê û gotin, “Em ê ti carî destûrê nedin dagirkeriyê!’Ev sedema herî sade ya hebûna wan a li Qendîlê ye.

Dema Qendîl têgotin ji wateya peyva wê zêdetir vîneke polayî  bibîr dixe. Ji mirinê re înat her timî dergûşa şoreşan hejand. Herçend azadî li ser baskê çûkan neyê jî, her timî qîmetê wê hate zanîn. Ji lewma sedem û girîngiya çalakiya ciwanên Başûrê Kurdistanê ya mertalên zindî baştir tê zanîn.

Çîroka ciwanên mertalên zindî yên li Qendîlê wiha dest pê dike. Mertalên zindî yên bajarî û çiyayî bi vî awayî hev temam dikin. Başe mertalên zindî roja xwe çawa derbas dikin? Di rojekî de çi dikin? Em ji van pirsan dikevin rê û rojeke mertalên zindî tomar dikin.

Her roj di saet 06.00’an de bi gotina ‘Rojbaş’ dest bi rojê dikin.  Piştî ‘rojbaş’ ê ku dest bi roja xwe ya nû dikin dest bi werzîşê dikin. Ji bo pêwîstiyên rojane jî her roj bi dorê kesek erkdar derdikeve. Erkdarê rojê ji bo hevalên xwe yên ji werzîşê vedigerin taştê amade dike. Paşê heman erkdar hemû hevalên xwe yên ciwan kom dike û plansaziya rojê derdixe.

Her roj paqijiya derdor têkirin. Her wiha kom û kesên ku tên serdana mertalên zindî pêşwazî dikin. Armanca çalakiyan ji kes û komên ku tên serdana wan re têgotin. Li gorî plansaziyê weke komek serdana gundên Qendîlê tê kirin û di vir de jî behsa armanca çalakiya mertalên zindî tê kirin. Di van serdanan de behsa wê çawa deskeftiyên Kurd li dijî êrîşên Tirkiye were parastin tê kirin.

Ciwan piştî pêşwazî kirina mêhvanan û geşta xwe ya li gundan temam dikin şûn ve, perwerde dibînin. Mijarên perwerdeyê jî dîroka Kurdistanê û dîroka êrîşên dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê ye. Her wiha li dijî êrîşan erk û berpirsyariya ciwanan tê nîqaş kirin.

Mertalên zindî peywendî li gel ciwanên 4 parçeyên Kurdistanê û derveyî welat saz dikin, çalakiya li Qendîlê tê ragihandin û banga tevlîbûna çalakiyê tê kirin.

Her wiha di nava rojê de ahengên biçûk tên lidarxistin. Di van ahengan de sitran tên gotin û govend tê gerandin.

Di dawiya rojê de jî nirxandina xebatên rojekî tê kirin.

Em bi yek ji berpirsên mertalên zindî ku dibin pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer de hatiye dest pê kirin re diaxivin. Çalakvan dibêjin ku çalakiya wan a mertalên zindî di demeke kurt de eleqeyeke mezin girtiye û her diçe piştgiriya ji bo wan zêdetir dibe. Her wiha hate gotin ku komên enternasyonalîst jî tevlî çalakiya mertalên zindî bûne.

Çalakvan dibêjin, eleqeyeke zêde ya gundiyên Binarê Qendîlê ji wan re heye û dema ew serdana gundan dikin gelê ku mal, bax û bostanê wê tê bombekirin,  ji wan re dibêjin, “Em ê qet cihê xwe terk nekin”. Çalakvan jî dibêjin, ewê heya encam were girtin vê çalakiya xwe berdewam bikin.