Li Çaksaziya Silêmanî kar bi madeyên hişber tê kirin

37

Îro bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna dijî madeyên hişber, Rêveberiya Çaksaziya Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li gor bilançoya Rêveberiya Çaksaziya Silêmaniyê, di Çaksaziya Silêmaniyê de 139 kes hene û ji wan 108 tewanê wan karkirina bi madeyên hişbere û tewanê 31 kesan bikaranîna madeyên hişbere.

Li gor heman bîlançoyê di nava 5 mehên îsal de 37 kes li gor madeya yasaya 14 ya dijî madeyên hişber birine Çaksaziya Silêmaniyê. Ev rêje jî li gorî salên buhrî kêm kiriye.

Rêveberê Çaksaziya Gewranî Silêmanî Pêşeng Hemîd der barê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Di nava çaksaziyê de karkirina bi madeyên hişber kêm kiriye. Yasaya efûya giştî ji bo girtiyên madeya hişber bandora erênî û neyînî heye. Belê îsal ew kesên hatine berdan, li gor salên buhrî rêjeya yên cardin dest bi heman karî kirine kêmtire.”

Yek ji kesên ku ji ber karanîna madeyên hişber niha li Çaksaziya Silêmanî dimîne bi navê (B.M) di daxuyaniya çapemeniyê de got; “Pêştir min bi karanîna madeyê hişber weke şaştî ne dizanî. Belê piştî min çareseriya derûnî dît, min zanî ku ew karê min kiriye şaşe û ji bo jiyana min xerab bû. Ji bo wê jî ez daxwaz dikim ku kes madeyên hişber bikar neyne.”

Rêxistina Wçan ku ji bo parastina mafê mirov kar dike, di îsal de li Silêmanî û Hewlêr 264 semînerên hişyariya ji bo çaksaziya zilam, jin û zarokan dane. Her wiha alikariya 92 kesan ku yek ji wan jin bû ji bo çareseriya tenduristî û derûnî kiriye.

 

(rn)