Li Hewlêrê Desteya Mertalên Xelk a Dijî Dagikeriyê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY)ya Hewlêrê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek lidar xist.

Di çalakiyê de Aştî Şabaz daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; «Em weke Desteya Mertalên Xelk a Dijî Dagikeriyê tevî ku em nerazîbûna xwe ya li dijî karên hovane yên dewleta Tirk û dagirkeriya wê tînin ziman jî, di heman demê de em daxwazê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY)dikin ku erkên xwe bi cih bînin û sînorekê ji dagirkeriya dewleta Tirk re deynin.»

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; «Daxwazê ji hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin ku bibin xwedî helwestên rasteqîn li dijî dagirkeriya artêş Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku em dizanin ku hebûna leşkerên Tirk a li Başûr ne nû ye û eger aliyên siyasî û hikûmet li hember bêdeng be wê bi dawî jî neyê.»  

Ji ber ku nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) neamadebûn ti hevdîtin bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) re nehate kirin. Wê sibe şandeyekî Desteya Mertalên Xelk a Dijî Dagikeriyê serdana nûnertiya Neteweyên Yekbûyî bike û daxwazên xwe pêşkêşî wan bikin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here