Li Xurmatû teqîn

42

Îro li sînorê bajarokê Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn bi karwanek ê hêzên artêşa Iraqê ve çend mayînên ku pêştir hatîn danîn, teqiyan.

Dema hêzên tugaya Mixawîr ên artêşa Iraqê ber bi bajarokê Zerge yê rojavayê navçeya Xurmatû ve diçûn, li nêzî gundê Ebûd li pey hev 4 mayîn bi karwanê wan ve teqiyan.

Di encama teqînan de leşkerek ê Iraqê bi navê Qasim Mihemed hate kuştin û 3 jî birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa duyan girane.

Hêjay gotinê ye ku demeke li sînorên herêmên bi nakok liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.

Qasim Mihemed

(rn)