Îro Parlamentoya Herêma Kurdistanê civîna xwe ya yasayî lidar xist. Ji ber bê bernamebûna li ser reformên ser mûçe û dagirkeriya dewleta Tirk, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê civînê boykot kir. Cigirê serokê parlamentoyê jî diyar kir ku wana yasaya reforman piştguh ne xistiye.

Îro Parlamentoya Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî kir. Yekgirtûya Îslamiya Kurdistan civînê boykot kir. Cîgirê serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cehfer Îminkî di civînê de axivî û got; “Me yasaya reformê piştguh ne xistiye. Piştî ku lijneyên  yasa û darayî bi hevre hinek proje xistin nava yasayê, pêwîste fikrê Hikûmetê li ser were girtin û divê hikûmet li ser pêşniyaran şiroveyek baş bike. Hikûmet daxwaza demek zêdetir dike, piştre wê hikûmet fikrê xwe bêje û yasayê bicih bîne.”

Di 27’ê Sibata 2018’an de yasaya reforma di mûçeyê teqawîtan de li Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate pejirandin. Li gor yasayê piştî parlamenterek teqawît bû mûçeya wî ji du milyon dînar destpê dike heya 5 milyon û 600 hezar dînar. Her wiha mûçeyê teqawîtên karmend bûn jî 300 hezar dînare. Ev jî bû sedema nerazîbûna welatiyan dijî çêbibe. Ji bo vê jî yasa carek din hate vegerandina parlamentoyê û guhertin têde hate kirin û niha li benda bersiva hikûmetê ya li ser yasayê ye.

(rn)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here