Parlementera Goran: Divê parlemento biryara xwe pêk bîne

28

Artêşa Tirk tevî nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdistanê û gelek aliyên siyasî yên Kurd jî di dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê de bi israr e. Parlementera Tevgera Goran diyar kir ku parlementoya Herêmê di sala 2003’an de li dijî dagirkeriyê qanûneke bi hejmara 375 derxist û got ku pêwîst bû Desteya Wezîran pêk anîba. Perwa wiha dirêjî bi axaftina xwe da, “Me çend parlementer berê niha daxwaznameyek pêşkêşê serokê parlementoyê kir ku rûniştineke taybet li ser dagirkeriya Tirkiye pêk bîne. Her wiha me got eger wisa jî nebe bila biryara bi hejmara 375 ya parlementoyê pêk bîne. Lê, ji ber ne di berjewendiyê ew partiya serdest de ye bersiva me neda.”

Perwa Elî di dewama axaftina xwede dazanîn ku ew hem weke kes hem jî weke kom gelek caran li dijî dagirkeriya Tirk û Îranê daxwazname pêşkêşê parlementoyê kirine ku êdî êrîşên dagirkeriyê nekin û wiha pêde çû, “Lê, mixabin Tirkiye bi rêya PDK’ê bi sedema peymana 50 salî û berjewendiyên xwe, Îran jî li herêma Kesk bi rêya YNK’ê herêmê dagir dikin.”

Perwa got ku divê dagirkeriya herdu welatan were têk birin û rûmeta Herêma Kurdistanê êdî neyê şikandin.

Parlementera Goran îşaret bi dijminahiya Erdogan ya Kurd jî kir û dazanîn ku Erdogan bi vî awayî hewl dide Kurdan qir bike lê, bi êrîşkirina ser Qendîl re nikarin Kurdan têk bibin û her wiha nikarin Qendîl jî dagir bikin.