Piştî 46 salan Hesen Zîrek hîn zindî ye

43

Hunermendê navdar Hesen Zîrek ku di 26’ê Hezîrana sala 1972’yan de jiyana xwe ji dest da, tê bibîranîn. Di ser koça dawî ya hunermend Zîrek re 46 sal derbas bûn, lê dengê wî yên xweş hîn jî di guh û mejiyê gelê Kurd de olan dide.

Hunermend Hesen Zîrek  yek ji hunermendên nav û deng yên gelê Kurd e. Di 29’ê Mijdara sala 1912’an li gundê Hermêle yê girêdayî bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye.

Heskirina hunerê

Evîn û heskirina Hesen Zîrek a ji bo hunermendiyê, di 10 saliyê de destpê dike. Zîrek li gel Ebe Çawîş û Heme Hisên Çawîş li gund, navçe û bajarên derdorê dest bi sitranbêjiyê dike. Di van sitranan de êş û zehmetiyên jiyana xwe tîne ziman. Ji ber xweşbûna dengê wî,  rê jê re hat vekrin ku biçe diwanxaneyan û sitranan bêje.

Zehmetiyên jiyanê

Dema Hesen Zîrek dibe 11 salî, bavê wî diçe ser dilovaniya xwe. Pişte dayîka wî dizewice, lê ev rewş bandorek mezin a neyînî li ser jiyana Zîrek dike û zehmetiyan dikişîne.

Hesen Zîrek li aliyekê dengbêjiyê dike, li aliyê din ji bo debara jiyanê kar dike. Lê ev jî gelekî zehmet dibe. Carinan li Rojhilat carinan jî li Başûrê Kurdistanê kar dike. Demekê jî li aşxaneyê (xwaringeh) bi berdestkiya çêkerê kebana rojên xwe derbas dike.

Çûna Bexda û naskirina Mam Celal

Hesen Zîrek piştî demekê ji ber pirsgirêkên civakî yên li Rojhilatê Kurdistanê neçar dibe ku ware xwe terk bike û diçe paytexta Iraq Bexdayê. Zîrek li vir sitranbêjiyê didomîne. Di vê navberê de stranên tên belavkirin û bandor çêdike. Yek ji kesên ku bi stranên wî bandor dibe jî, Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Telebanî ( Mam Celal) e. Telebanî piştî guhdarî sitranên Hesen Zîrek dike, wî tîne cem xwe û dide beşa Kurdî ya radyoya Bexdayê.

Zîrek yekem sitrana xwe di sala 1953’yan de qeyd dike û  êdî dengê wî sînoran derbas dike. Li Bexdayê nêzî 70 sitranên kurdî qey dike. Li her derekê stranên wî tên belavkirin û guhdarkirin.

Di sala 1958’an de  dice Îranê û di beşa Kurdî ya radyoya Tehrana de sitranên xwe dibêje. Di sala 1962’yan de têkiliyan bi radyoya Kurdî ya Kirmaşan re çêdike û 83 sitranan qeyd dike. Berhemên wî yên herî baş di nava 2 salan de li gel orkestraya Kirmaşanê bi serpereştiya mamaoste Muctebe Mîrzade tên qeydkirin.

1500 stran

Hesen Zîrek di tevahiya temenê xwede 1500 sitran qeyd kirine. Her wiha gelek helbestên helbestvanên weke; Nalî, Wefayî, Îmamî, Kurdî, Pîremêrd, Hêmin veguhandine û kirine stran.

Li Kurdistanê deng veda

Stranên wî di radyoyên Bexda, Tahran, Kirmaşan, Tewrêz, Kerkûk, Mûsil, Mihabat hatine weşandin. Stranên wî li cihên wekî Bokan, Bane, Mihabat, Silêmanî, Hewlêr, Mûsil, Bexda, kerkûk  û bi deha gund û nacvçeyên Kurdistanê hatin guhdarkirin.

Li qehwexaneyê strîna zindî  

Hesen Zîrek piştî demek dirêj li Rojhilatê Kurdistan li ser riya Merîwanê Çayxaneyek vedike û bi dengê xweyê xweş, ji welatiyan re stranan dibêje.

Penceşêr û koça dawî

 Hesen Zîrek di sala 1971’an de bi nexweşiya penceşêrê dike. Piştî salekê têkoşîna bi nexweşiyê re winda dike û di 26’ê Hezîrana 1972’yan de jiyan xwe ji dest dide.

Cenazeyê Hesen Zîrek li ser wesiyeta wî li Rojhilatê Kurdistan li bajarê Bokan yê parêzgeha Urmiye dispêrin axê.

Li ser kêla gora hunermend Zîrek wiha hatiye nivîsandin :

Binêre pirtûkê, ziyareta kêlê bike

Kurd zindî kirin bi hunera xwe ya zîrek

Zîrek xizmetek zor ji bo huner kir

Jînek bi temamî ji bo huner derbas kir

Felek nehişt ku kêlikey wî bêxem derbas bibe

Lê di huner de tiştek kêm nebû.

 

Zîrek ku bi deng û hunera xwe di mejî û dilê gelê Kurd de cihê xwe çêkir, îro li bajarê Silêmaniyê wê bê bibîr anîn. Di bîranîna ku dê saet di 19.00’an de wê hunermend Nasir Rezazî, Îhsan Zîrek û Dilşad Salih bistrên.

Di 46’emîn salvegera xwe de dengê Zîrek hîn jî li kolan û gundên Kurdistanê olan dide.