Serçeteyekî DAIŞ’ê li Kerkûkê hat kuştin

37

Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlehiyê dane ajansa me, şevê din DAIŞ’ê êrîş kire ser gundê Degişmanî Biçûk ê Kerkûkê, welatiyan jî dijî çeteyan dest avêtiye çekan  û bersiva çeteyan daye.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê di şerê qewimî de serçeteyê bi navê Mele Newzad Hadî Ebas Cewalî  hate kuştin.

Gundê gundê Degişmanî Biçûk dikeve di navbera bajarokên Reşad û navçeya Daquqe yên Kerkûkê de.

Hate diyar kirin ev serçete di wan demê dawî de, serçeteyên DAIŞ’ê yê herî diyarker ê  revandin, kuştina welatiyan,  êrîşkirina li ser gundan û girtina rêyên sereke bû.