Serkeftina HDP’ê li Mexmûr hate pîrozkirin

45

Şêniyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdi (Mexmûr) şevê din bi şahiyekê derbazkirina benda hilbijartinê ya HDP’ê pîrozkirin. Şahiya ku ji aliyê Meclisa Gel û Navenda Çand û Hunera Mexmûrê ve hatibû amadekirin welatî bi girseyî beşdarbûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevşaredarê wargehê Abdulkerîm Tunç axivî, serkeftina HDP’ê li her kesê pîroz kir.

Tunç spasiya hemû welatiyên ked ji bo hilbijartinê dane kir û got: “Ji wargeha Şehîd Rûstem Cûdî heya Bakûrê Kurdistanê em serkeftina HDP’ê li hemû kesê pîroz dikin. Li gel hemû binpêkirinan û ohala heyî jî gel biryara xwe ya aliyê aştî û demokrasiyê dane. Gel cardin xwedî li partiya xwe derketin û li hemberî hemû binpêkirinan jî vîna xwe nişandan.”

Piştî axaftinê welatiyan li ber dengê sitranên Serdar Birîndar govend gerandin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(xt/rn)