Şervanê YPG’ê yê ji Hewlêrê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû

37

Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê nasnemaya 2 şervanê YPG’ê yên di berxwedana Serdemê ya Efrînê de tekoşînek mezin nîşan dan û şehîd bûn, bi daxuyeniyekê eşkere kir.

Daxuyaniya navneda Ragîhandinê ya YPG’ê wihaye.

Ji destpêka 2018’an ve dewleta Tirk a afşîst, êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dike û ji bo gelê Kurd ê ku rêveberiya Şoreşê dike bi awayek fîzîkî îmha bike bi awayek topyekûn êrîş dike. Ev dagirkerên ku Kantona Erfînê kirin hedef, bi hezaran çete û leşkerên dewleta dagirker a Tirk tevlî vê tevgera dagirkirinê bûn. Heman demê de bi teknîk pêşketî bi awayek giran êrîşî Efrînê kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê 58 rojan bi firokeyên keşfê û firokeyên şer bê navber erdnîgariya Efrînê û gelê wê bombardûman kir. Li hemberî van êrîşan, her hevalek me di çeperên xwe de li heberî dagirkeran serî netewandin û berxwedanek dîrokî meşandin. Gelek rêhevalên me bi berdêlên mezin ji bo nirxên ku şehîdan afirandîn hem jî ji bo parastina gelê me li berxwedan û heta gihiştin şahedetê. Me ji ber rewşa şer heta niha nasnameyên dû hevalên xwe  yên ku di Hemleya Yekem û Hemleya Dûwem a Berxwedana Serdemê de bi topbarankirina firokeyên şer ên dewleta Tirk a dagirker şehîdketine nekarî bidin, em ê niha parvebikin. 

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne:

Navê Tevgerê: Feda Welat

Nav û Paşnav: Orhan Qiço

Navê Dayîkê: Rece Elî

Navê Bav: Xesan

Cihê ji Dayîkbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şahedetê: Efrîn/ Raco/ Gundê Hec Xelîl / 4’ê Adara 2018

 

=====

Navê Tevgerê: Helbest Xwînda

Nav û Paşnav: Usama Tayib Bêkes

Navê Dayîkê: Adîbe

Navê Bav: Tayib

Cihê ji Dayîkbûnê: Hewlêr

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco/ Çiyayê Hawar / 3 Nîsan 2018