Tê payîn di 30’ê Îlona 2018’an de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk bên. Ji niha de alî ketine nava liv û tevgera hevpeymaniyê. Endama civata nîştimanî ya Tevgera Goran Gulistan Seîd li ser pêkanîna hevpeymaniyê ya Tevgera Goran ji ajansa me re axivî.

Gulistan got; “Zêdetir endamên civatê çêkirina hevpeymanekê weke pêwîst nabînin. Ji bo vê dibe ku Tevgera Goran tu hevpeymaniyekê li gel aliyekê çêneke. Wek sedem jî zêdetirê endamên civatê hiştina seng û giraniye. Çêkirina hevpeymaniyê piştî hilbijartinê girîngtire.”

 Civîna civata nîştimanî ya Goran saet 10:00’ê li bajarê Silêmaniyê despêkiriye, civîn berdewam dike.

 Her wiha sibe roja dawî ya qeydkirina nav û hevpeymaniya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here