Di 12’ê Gulana 2018’an de li Iraqê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêkhatin. Cara yekemîn bû ku hilbijartinek bi awayê sîstema elektronî pêkhat. Komîsyona Hilbijartinê piştî çend rojan karî encamên hilbijartinê eşkere bike. Lê bi eşkerekirina encaman re nerazîbûnên aliyan jî hatin. Aliyan diyarkirin ku dengên wan hatine dizîn û wan encaman ne pejirandin. Li ser van nerazîbûnan piştî 45 rojan dadgehê encamên hilbijartinê ne pejirand.

Ji ber nerazîbunên aliyan, Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinê pejirand û di 6’ê Hezîranê de yasaya biryardayînê hate pejirandin. Di yasaya hatî pejirandin de encamên hilbijartina elektronî hatibûn red kirin û biryar hatibû dayîn ku deng jinûve bi destan werin hejmartin. Herwiha di yasayê de biryar hat girtin ku dengên ji derveyî welat  û dengên taybet yên li Herêma Kurdistanê jî werin betal kirin.

Di 21’ê Hezîrana îsal de dadgeha Federal a Iraqê, ji bilî dengên taybet yên Herêma Kurdistan, dengên derveyî welat û yasayên din pejirand. Herwiha dadgehê biryar da ku Encûmena Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê û rêveberiyên şaxên parêzgehan ên komîsyonê ji kar werin dûr xistin. Li şûna wan 9 dadwer hatin erkdar kirin. Herwiha dadgehê biryar da ku hejmartina dengan bi destan jinûve werin hejmartin. Ev biryar ji hinek aliyên siyasî ve bi germî hat pêşwazî kirin.

Piştî vê qonaxê pêşbazî despêkir

Encûmena komîsyona nû, roja 24’ê Hezîrana îsal biryar da ku tenê dengên wan derên ku şikayet li ser hatine kirin, werin hejmartin. Ev deng çi ji derve be yan jî li Iraqê be.

Berdevkê Encûmena Komîsyona Hilbijartinan Leys Cebr Hemze di daxuyaniyekê xwe de, got ku di civînekê de biryar hatiye dayîn ku tenê dengên cihên ku şikayet yan jî sextekarî hatine kirin, werin hejmartin. Ji bo hemû dadwerên ofîsên komîsyonê yên parêzgehan hat gotin ku sindoqên ku şikayet li ser hatîn kirin werin parastin û ji bo Bexda werin şandin. Piştre wê bi amadebûna nûnerên Neteweyên Yekbuyî û aliyên siyasî deng bi dest werin hejmartin.

Bertekên parlamenteran yên li dijî biryarê

Endamê parlamentoya Iraq û endamê lijneya yasayî ya Parlamentoya Iraqê, Zana Rostayî ji ajansa me re axivî. Zana got; “Dadgeha Federal ji bilî madeya sêyem bi giştî madeyên hilbijartinê yên ku biryar li ser hatîn dayîn pejirand. Lê niha ferman ji bo komîsyonê hatiye dayîn ku tenê dengên wan cihên ku şikayet li serin bên hejmartin. Ev jî ji bo me bûye cihê xemginiyê. Ji ber ku yasaya me daxwaza hejmartina giştî dengan dike.”

Endamê parlamentoya Iraqê Adil Nurî jî heman zanyariyan piştrast kir, lê wek berpirsyar jî dadwer dît. Adil Nurî got; “Li gorî madeya yek ya yasayê hemû encamên elektoronî hatine helweşandin. Lê ev dadwerên ku nû hatine komîsyonê, vê yekê pêknaynin. Ev dadwer tenê hatine kar li ser madeya sêyem dikin ku behsa dengdanên taybet û derveyî welat dikin. Ji bo wê emê roja Pênçşemê vê bendê ya di nava yasayê de ji nav bibin.”

Li gorî madeya yek ya di 6’ê Hezîranê de hatî pejirandin ku encamên dengdana elektoronî hatibûn hilweşandin û pêwîste deng bi dest werin hejmartin. Di madeya sê ya Parlamentoya Iraqê de behsa betalkirina dengên taybet ên li Herêma Kurdistan û dengên derveyî welat û dengên hinek wargehên penaberan hatiye kirin ku di roja 21’ê Hezîrana îsal de dadgeha Federal pejirandina wan biryaran daye sekinandin.

Adil Nurî li ser dadwerên ku nûhatîn erkdar kirin jî axivî û got; “Li şûna ku dadwerên nû hatîn madeya yekem bicih bînin, kar li ser madeya sêyem dikin. Me çend saet bi wan dadweran re li ser bi cihanîna madeya yek guftugo kir. Me ji wan re got ya ku hun dikin ne yasayiye. Lê guhê xwe nedan me û gotin ku ger hun nerazîne doz vekin.”

Li gorî destûra Iraqê divê biryarên dadgeha Federal bên bicih anîn. Ji bo vê parlamenter hewl didin ku bi rêya xwendina çarem ya yasa hilbijartinê ku wê roja Pêncşemê bê bi encam kirin, rê li ber biryarê bigrin.

Divê barê dejî Adil Nurî got; “Em ê roja Pênçşemê xwendina çarem ya yasaya hilbijartinê bikin û li ser vê yekê biryar bidin. Emê benda sêyem ya yasayê bidin aliyek, yê wê demê komîsyon neçar bimîne daku hemû deng werin hejmartin. Ji bo hilbijartina dengan ti demek nehatiye diyarkirin. Lê dibe ku di rojên bê de deng werin hejmartin.”

Pêşbazî parlamentoyê têxe nava valehiya yasayî

Wê di 31’ê Hezîrana 2018’an de dema sêyem ya Parlamentoya Iraqê bi dawî bibe, wê ji wê demê û pêve Parlamentoya Iraq bikeve valehiya yasayî.

Li ser vê mijarê jî Zana Rostayî got ku li gorî destûra Iraq Parlamentoya Iraq, dema parlamentoyê nayê dirêjkirin û wiha domkir; “Lê yasaya ku li parlamentoyê heyî, parlamento dikare li ser karê xwe berdewam bike, heta ku Dadgeha Federal encûmenê pejirand.”

Berdevkê hevpeymana Nasr Hisên Eladlî duh diyarkir ku dirêjkirina dema Parlamentoya Iraqê binpêkirinek a li dijî destûrê ye. Herwiha Hisên got; “Ezmûna me ya li ser vê yekê heye, di sala 2010’an de dema ku dema parlamentoyê bi dawî bû, hikumet bê çavdêriya parlamentoyê, 9 meh karên xwe berdewam kir. Wê demê herkes li ser dirêjkirina dema parlamentoyê hem fikirbûn ku dema parlamentoyê were dirêj kirin.”

Hikumet wê karên xwe berdewam bike

Li gorî destûra Iraq, heya yekem rûniştina parlamentoya nû, wê hikumet li ser karên xwe berdewam be. Bi temambûna dema parlamentoyê re, dema Hikumetê jî dawî lê tê.

Piştî ku dadgeha Federal encamên hilbijartinê pejirand, pêwîste parlamentoya Iraq di nava 15 rojan de yekem rûniştina xwe pêkbîne. Ji wê rojê ve wê parlamento yekem rûniştina xwe ya asayî pêkbîne. Navê hikumeta niha jî tê guhertin, heya ku hikumet nû bê ava kirin.

Li gorî pirsgirêkên ku piştî encamên hilbijartinê hatîn eşkerekirin derketîn, pêşbaziya di navbera saziyên bilind yên Iraq de kûr bûye. Ev yek jî wisan dike ku Parlamentoya Iraqê berbi valehiyek yasayî ve biçe û pêkhatina Hikumeta nû bêxe nava zoriyê. Ger ku neyê çareser kirin her ku biçe wê pêşbazî pêşbikeve û pêşbaziya di navbera aliyan û dibe ku Iraq ber bi şerek navxweyî ve jî biçe, yan jî aloziya siyase giran bibe.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here